Hezîran 28, 2017 18:04 Asia/Tehran
  • Hitmala operasyona leşkerî ya Tirkiyê li bakûrê Sûriyê

Serokomarê Tirkiyê, Erdogan ji rojnameya Îzvestiyayê re axivî û ragihand ku Dibe Tirkiye operasyoneke berfireh li bakûra Sûrîyê pêk bîne û bo rêgirtina dewleteke kurdî, kontrola bajarên Reqa û Minbicê bi dest bixin.

Serokomarê Tirkiyê, Recep Tayip Erdogan, piştî seredana kempa koçberên Sûriyê li Heranê, ji rojnameya Îzvestiyayê re axivî. Erdogan diyar kir ku destûrê nadin ku dewleteke kurdî li Sûriyê were avakirin û eger gefeke ji bo me be, em ê operasyona leşkerî pêk bînin.

Erdogan got: "Pêvajoya neyînî, niha li Sûriyê tê jiyandin. Eger ev rewşa neyînî bo sînorê me bibe gef, em ê wek Operasyona Mertala Firatê, bertek nîşan bidin. Me beriya niha jî eşkere kiribû ku em amade ne bajarê Reqa û Minbicê ji terorîstan rizgar bikin, lê koalîsyona navdewletî ku Amerîka pêşengiya wê dike, hêzên kurdan hilbijartin. Ji aliyê din ve Erdogan destnîşan kir ku hevalbendê wan bi komên terorîst re tevdigerin û ji vê yekê jî gelek xemgîn in."

Li gorî Îzvestiyayê, daxuyaniya Erdogan li Washington û Moskowê dibe sedema fikaran.

Çavkaniyekî ji Dumayê ya baskê jêr ya parlamentoya Rûsyayê, ji Îzvestiyayê re ragihand ku şerekî nû ya li Sûriyê, ne li gorî berjewendiyên Rûsyayê ye û dê bandoreke neyînî li têkoşîna dijî DAIŞ`ê bike. Ji ber vê yekê Moskowa naxwaze şer di navbera Tirkiyê û hêzên kurdan derkeve.

Ji aliyê din ve Vladimîr Avatkovê ku rayedarê Akademiya Dîplomasîyê ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê ye, eşkere kir ku divê îhtimala operasyona leşkerî ya li ser Sûriyê, ya ji aliyê Tirkiyeyê ve neye pişguhkirin.

Avatkov got: "Hevkariya Amerîkayê ya bi hêzên kurdan re Enqereyê gelek aciz dike. Hişyariya Erdogan di vê mijarê de, di demên vê  dawiyê de zêde bûn. Ji ber îhtimala têkiliyên bi NATO`yê re ya Tirkiyê, divê ev hişyarî neyên piştguhkirin.