Tolhildana Tirkiyê ji Amerîkayê
Serokomarê Tirkiyê li kombûna Partiya serdest a Dad û Geşepêdanê ya vî welatî li Istenbolê gef xwar ku `Enqere wê tola xwînên ku bi çekên şandî ji aliyê Amerîkayê va bo PKK`ê û Hêzên Sûriya Dêmokratîk (HSD) tên rijandin, ji xwediyêmn sereke yên wançekan hilde`.
Li gorî rapora IRNA`yê, Erdoxanê serokomarê Tikriyê destnîşan kir: ``Çawa dibe ku ji aliyekî va endamê Rêxistina Peymana Atlantîk a Bakur (NATO) bî û ji aliyê din va hevdem bi welatên piştgirê komên têrorîst ra têkilliyê daynî?`
Wî her wiha xwest ku ji ber piştgiriya Amerîkayê ji `Komên Têrorîst` li nijyar û pêkhateya NATO`yê venihêrînek pêk were.
Ev gotinên Erdoxên li halekî ne ku Amerîka û Tirkiyê bi caran bi piştgiriya xwe ji komên çete û têrorîst ji wan koma têrorîst a DAIŞ`ê, navçe nearam û aloz kirine û destê wan li kuştina bi hezaran mirovên bêguneh hebûye.