May 29, 2017 12:39 Asia/Tehran
  • Balafirên Tirkiyê êrişî herêma Bazyan û Avaşîn kirin

Balafirên şêr ên Hêzên hewayî yên Tirkiyê bi sedema ku kampên PKK`ê li Bazyan û Avaşînê hene êrişî ser van herêman kirin.

Li gor rapora ajansa nûçan a Kurd Press`ê ji zarê medyayên Tirkiyê erkantiya Hêzên Çekdar ên vî welatî di daxuyaniya xwe de ragihand ku balafirên şer kampên PKK`ê yên li herêmên Bazyan û Avaşînê bombebaran kirine.

Li gorî daxuyaniya artêşa Tirkiyê , di encama van êrişan de çend endamên PKK`ê canê xwe ji dest dane.

Serfermandariya Artêşa Tirkiyê ragihand ku wan piştî agahiyên îstîxbaratî yên derbarê kampên PKK`ê  bi dest xistine, li her du kampên Bazyan û Avaşîn êoperasyon pêk anîne.

Ji aliyê PKK`ê ve li ser wan êrîşan, heta niha tu daxuyanî nehatiye dayîn.