May 29, 2017 07:54 Asia/Tehran
  • Leşkerên almanî wê du hefteyên din ji Tirkiyê derkevin

Wezareta karên derve ya Almanê ragihand ku texmîn tê kirin ev welata di heyama du hefteyên din da leşkerên xwe ji Tirkiyê derxîne.

Li gorî salixdana Reuters`ê, rayedarekî wezareta karên derve ya Almanê ku nexwest navê wî were birin, roja yekşemiyê got: Bêrlîn hema visa li ser rewşa hêzên almanî digel Tirkiyê gotûbêjê dike; Leşkerên ku li baregeha esmanî ya Încirlîkê ne.

Li gorî gotina wî, du welat dê heta nîveka meha Hezîrana 2017`an li ser rêkarekê ji bo çareserkirina nakokiyan li vî warî da bixebitin.

Niha derdora 250 leşkerên almanî bi mebesta alîkariya bo hevpeymaniya xwedêbergiravî navneteweyiya dijî DAIŞ`ê di bin fermandetiya Amerîkayê li Sûriye û Iraqê li baregeha leşkerî ya Încirlîka Tirkiyê ne.

Dewleta Almanê heftiya bihurî ragihand ku ji ber rêgirtina Tirkiyê li ber seredana nûnerên Almanê ji baregeha Încirlîkê, dil heye hêzên xwe ji vê navendê veguhezîne navendekê li Urdinê an welatekî din li navçeyê.