May 27, 2017 17:46 Asia/Tehran
  • Berteka Erdogîn li hemberî rexneyên têkildarî sîstema perwerdehîya Tirkîyê

Serokomarê Tirkîyê li hemberî rexneyên têkildarî sîyasetên perwerdehîyê yên AKP ser bingeha baldarîya taybet a AKP li bara medreseyên Îmam Xetîbê bertek nîşan da.

Li gorî rapora malpera Rojnama Huriyetê, Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê wekî berteka li hemberî gotinên partîyên dijber têkildarî vîya ku dewleta vî welatî bi awayekî taybet bala xwe dide ser medreseyên Îmam Xetîbê, got: Em divê li hemberî van tawanbarkirinan bisekinin, kesên ku wiha fikir dikin faşîst in.

Erdogan herwiha got: Em ti caran nahêlin karek bi zext û zorê û ji hemîyan girîngtir bi plankarîya civakî û sîyasî pêk bê.

Çendekî berî niha partîyên opozosyonê dilgiranîyên xwe li bara zêdebûna hejmara xwendekarên medreseyên mezhebî ragihandin.

Medreseyên Îmam Xetîb medreseyên taybet ên lîsê ne ku bilî dersên asayî, hin dersên islamî jî raber dikin.

Li gorî amarên ku Wezareta Perwerdeya Tirkîyê di sala 2017`ê da raber kirine, 4 hezar û 185 medreseyên lîsê yên Îmam Xetîbê li vî welatî hebûne ku zêde ji milyonek û 250 hezar xwendekar li wan dixwûnin.