May 27, 2017 17:28 Asia/Tehran
  • Hevseroka HDP`ê: 5 hezar endamên me di zîndanan da ne

Hevseroka nû ya Partîya Demokiratîk a Gelan a Tirkîyê (HDP) got: Zêde ji 5 hezar endamên HDP li hepsên Tirkîyê ne.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurdpress`ê, Serpîl Kemalbay hevseroka nû ya HDP di yekem axavtina xwe wekî hevseroka HDP`ê li parlimana Tirkîyê da, bal kişand ser giştpirsîya guhertina destûra bingehîn a Tirkîyê ku di 16`ê Nîsana îsal da hat lidarxistinê û got: HDP li vê giştpirsîyê careka din girîngîya xwe li Tirkîyê nîşan da. Ez sipasîya hemî wan kesan dikim ku HDP veguhertin aktoreke girîngli dêmokirasîya Tirkîyê û wan kesan ku zêhnîyeta vê partîyê pêk anîn û rola wan li dewama vê partîyê hebûye.

Kemalbayê herwiha got: Ji hilbijartinên 7`ê Hezîranê vir da 10 hezar endamên HDP hatine girtinê û zêde ji 5 hezar endamên vê partîyê di zîndanan da ne ku serokên nivîsgehên vê partîyê li parêzghan, endamên konseya navendî, endamên şaredart û nemaze Fîgen Yûksekdag û Selahedîn Demirtaş digire ber xwe.

Hevseroka nû ya HDP herwiha got ku hinekan dil hebûn bi lidarxistina giştpirsîya destûra bingehîn a narewa di 16`ê Nîsanê da HDP ji nav bibin. Jibo vê armancê dezgeha dadwerîyê jî kirin hevdestê xwe lê nekarîn vî karî bikin, HDP ser pîyên xwe ma.