May 27, 2017 11:55 Asia/Tehran
  • Qedexetiya her cure xwenîşandanek li paytexta Tirkiyê

Nivîsgeha parêzvaniya Enqerê li daxûyaniyekê ragihand; Birêxistina her cure xwenîşandanek li vî bajarî qedexeye.

Li gor rapora ajansa nûçan a Xinhua,Nivîsgeha walîtiya Enqerê li daxûyaniyekê ragihand; Birêxistina her cure xwenîşandanek li vî bajarî qedexe ye û ev biryara jî gor qanûna girêdayî bi kombûn û xwenîşandanan hatiye dayîn.

Nivîsgeha walîtiya Enqerê ragihandiye ku her cure kombûnek ku dijî ewlehî û serûberiya Tirkiyê bibe û îmkana xetera kiryarên terorîstî hebe qedexe ye ji ber ku li rewşên wiha grûpên terorîstî û dijber bi dû pîlanên xwe ne û hêzên ewlehiya Tirkiyê bi dijwarî dikarin pêşiya van kiryarên wiha bigrin loma hema ji destpêkê pêşia her cure xwenîşandanek digirin ku rûdawên nebaş neqewimin.

Nivîsgeha walîtiya Enqerê ragihand ku evwalîtiya pêşia her kesî ku bixwaze qanûnê li Tirkiyê bin pê bike disekine.