8 gumanbarên DAIŞ`ê li rojavayê Tirkiyê hatin girtin
May 26, 2017 16:07 Asia/Tehran
Rayedarên dadweriyê yên Tirkiyê, fermana girtina heşt tawanbarên ser bi koma tekfîrî-terorîdtî ya DAIŞ`ê li rojavayê vî welatî dan.
Li gorî rapora IRNA`yê, dayira ewlehiyê ya parêzgeha Izmîra Tirkiyê, roja pêncşemiyê li daxuyaniyekê ragihand rayedarên dadweriyê yên Tirkiyê heşt kesên ku tawanbar in têkiliya wan bi DAIŞ`ê re heye û ji bo vê grûpa terorîstî re propagandan dike girtin û radestî teşkîlata dadweriyê kirin.
Li gorî vê daxuyaniyê herwiha hêzên ewlehiya Tirkiyê bi dû tawanbarekî din in.
Girtina tawanbarên ser bi koma tekfîrî-terorîstî ya DAIŞ`ê li rojavayê Tirkiyê, li halekê ye ku ev welata bi hevkariya hevpeymanên xwe yên rojavayî û erbî alîkarî û piştgîriya vê koma terorîstî dikin ji boi sekutkirin û kuştina gelên Iraq û Sûriyê.