May 26, 2017 16:07 Asia/Tehran
  • 29 endamên PKK`ê li Tirkiyê hatine kuştin

Hêzên ewlehiya Tirkiyê, îdia kirin ku 29 endamên Partya Karkerên Kurdistanê (PKK), hatine kuştin.

Li gorî rapoa Ajansa nûçeyan a Reuters`ê, rayedarên ewlehiya Tirkiyê, roja îniyê ragihandin, herîkêm 29 endamên PKK`ê di encama du operasyonên li navçeyên çiyayî yên parêzgehên rojhilatî yên Agrî û Wan ên vî welatî de hatine kuştin.

Artêşa Tirkiyê, herwiha roja pêncşemiyê ragihand çar leşkerên vî welatî ligel endamekî koma çekdarên xwecî a alîgira dewletê ku xelkê kurd bi wan re cerdevan dibêjin di encama vê operasyonê de hatine kuştin.

Agirbesa di navbera hêzên ewlehiya Tirkiyê û PKK`ê de, meha Hezîrana sala 2015`an ji nav çû. Ji dema pêkhatina PKK`ê û despêbûna şerê wê li dij hêzên dewleta Tirkiyê li navçeyên başûrê rojhilata  vî welatî di sala 1984`an de heya niha, zêde ji 40 hezar kes hatine kuştin.