May 26, 2017 12:45 Asia/Tehran
  • Li Colemêrgê teqîn: 3 Leşkerên Tirkiyê hatin kuştin û birîndar bûn

Li navçeya Çelê ya Colemêrgê di encama teqîna bombeya binaxkirî de leşkerekî artêşa Tirkiyê hat kuştin û 2 leşker jî birîndar bûn.

Li gorî zanyariyên ku çavkaniyên nûçeyan li Tirkiyê dane, îro berê sibê li navçeya Çêlê ya Colemêrgê teqînek li ser riya karwanên artêşa Tirkiyê qewimî ku li gorî agahiyên destpêkê diencama teqînê de leşkerekî Tirkiyê hat kuştin û 2 leşkerên din jî birîndar bûn.

Hat ragihandin ku cenazeyê leşkerê kuştî û her du leşkerên birîndar rakirine Nexweşxana Dewletê ya Colemêrgê.

Piştî teqînê hejmara hêzên ewlehiyê yên artêşê li cihê bûyerê hat zêdekirin û operasyoneke berfireh tê lidarxistin.

Li çarçova şerên artêşa Tirkiyê û PKK Serfermandariya Artêşa Tirkiyê jî ragihand ku şerên di navbera endamên PKKê û hêzên Tirkiyê ên li bajarên Wanê û Colemêrgê de 5 leşkerê wan jiyana xwe ji dest dane, 5 leşker jî birîndar bûne.

Li bara şerê devera Wanê Serfermandariya Artêşa Tirkiyê  eşkere kiribû ku li çoltera taxên Gulizar û Çaldiranê ya Wanê di navbera hêzên wan û endamên PKKê de şer derketiye û di encamê de jî 3 leşker û cerdevanekî jiyana xwe ji dest dane, 4 leşkerê wan jî birîndar bûne.