May 24, 2017 12:35 Asia/Tehran
  • Dewama kêşeya di navbera Tirkiyê û Otrîşê

Karbidestekî Tirkiyê ragihand heta wê çaxê ku Viyen dest ji siyasetên xwe yên dijî Enqerê bernede Tirkiye nahêle ev welata bibe endamê NATO`yê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Dîplomatekî Tirkiyê ku xwest navê wî eşkera nebe duh sêşemê ragihand ku Otrîş endamê NATO`yê nîne belkî şirîkek NATO`yê ye û pêwîst e peywendiya vî welatî tev hemû welatên endamê vê saziyê baş be; Loma heta wê çaxê ku Viyen dest ji siyasetên xwe yên dijî Enqerê bernede Tirkiye nahêle ev welata bibe endamê NATO`yê.

Biryar e civîna NATO`yê li 25 Gulanê li Brûksilê navenda vê saziyê birê keve û li vê civînê dê li ser endamên nû yên NATO`yê axivtin bê kirin ku Otrîş jî yek ji van welatan e.

Ji çaxê ku Otrîşê neyartiya xwe tev endambûna Tirkiyê li nav Yeketiya Ewrûpayê ragihand, peywendiyên navbera Enqerê û Viyenayê xerab bûn.

Vê dawiyê û piştî hilbijartina guhartina qanûna bingehîn li Tirkiyê, serokwezîrê Otrîşê tevî rexneya ji vê cure giştpirsiyê ji welatên endamê Yeketiya Ewrûpayê xwest ku pirosa endambûna Tirkiyê li nav Yeketiya Ewrûpayê rawestînin.

Karbidestên ewrûpî ji wan Otrîşê ragihandine ku Erdogan dîktator e û bawer in ku ew dê Tirkiyê ber bi dîktatoriyetê bibe.