May 24, 2017 12:32 Asia/Tehran
  • Hikûmeta Tirkiyê kavilkirina bajarê Sûra Amedê destpê kir

Hikûmeta Tirkiyê kavilkirina bajarê Sûra Amedê destpê kir û terseyî dijberiya xelkê, polîsê Tirkiyê pêşiya wan girt û kavilkirina hinek ji navçên vî bajarî pêk anî.

Li gorî rapora Kurd Prees`ê, ser fermana hikûmeta Tirkiyê kavilkirina du navçên Elî Paşa û Lalebiyê li bajarê Sûra Amedê destpê bû.

Her çend xelkê Sûra Amedê li dora van du navçên dîrokê zincîreya însanî pêk anîn ta ku nehêlin ev der bê wêrankirin; lê polîsê Tirkiyê êrişî ser wan kir û ewna ji wê derê dûr kirin û amorên xerakirinê xebata xwe domandin.

Hatiye ragihandin ku xelkê Sûra Amedê hîn ji hinek ji van navçên ku hikûmeta Tirkiyê biryar girtiye wan bi tamî kavil bike, derneketine û polîsê Tirkiyê jî ewna dorpêç kirine û bona ku xelk neçar bin ji malên xwe derkevin ava vexwarinê ya ser xelkê jî hatiye qutkirin.

Hikûmeta Tirkiyê bona kavilkirina şûnewarên dîrokî yên kurdên vî welatî li planekê ser navê ``Guhartina bajarî`` biryar girtiye van şûnewaran kavil bike û hin beşên civakê neçar bike ku cîbicî bibin.