18 endamên HDP`ê li Izmîrê hatin girtin
May 24, 2017 12:07 Asia/Tehran
18 endamên Partiya Dêmokratîka Gelan a Tirkiyê anku HDP`ê ji aliyê polîsê Tirkiyê va li parêzgeha Izmîrê hatin girtin.
Li gorî rapora Kurd Press`ê ji zarê Firat News`ê, 18 endamên HDP`ê ji aliyê polîsê Tirkiyê va li parêzgeha rojavayî yê Izmîrê hatin girtin.
Du sêşemê polîsê Tirkiyê li operasiyoneke berfireh li bajarên Bayêndîr, Torbalî û Menmenê li parêzgeha Izmîrê êrişî ser malên endam û berpirsên HDP`ê kir û 18 kes ji wan girtin.
Kesên ku hatine girtin, endam û birêveberên xwecî yên HDP`ê bûne û heta niha polîsê Tirkiyê hegera girtina wan diyar nekiriye.