May 20, 2017 16:28 Asia/Tehran
  • Li 7 herêmên Mûşê qedexa derketina derve hat ragihandin

Hat ragihandin ku li 7 herêmên Mûşê ji ber operasyonên dijî PKKê qedexeya derketina derve hat ragihandin.

Walîtiya Mûşê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ragihand ku ji ber operasyonên leşkeri yên li dijî PKKê li 7 herêman qedexeya derketina derve hatiye îlankirin.

Walîtiya Mûşê di daxuyaniya xwe de got: "Ji bo ku di operasyonê da ewlehiya can û malê welatiyan nekeve xetereyê li gorî Qanûna Îdareya Bajêr a bi hejmara 5442yan ji 20 Gulana 2017an saet 02.30ê pê ve li Omcalî, Kayalidere, Kayalikale, Yêşîlpinar û Kuşluka gundên Wartoyê û li taxên Konaklî û Çavuşogluyê heta ku operasyon bên temamkirin qedexeya derketina derva hat îlankirin."