May 20, 2017 13:50 Asia/Tehran
  • Kilîçdaroglu zêdebûna zextûzora ser rojnamevanan li Tirkiyê rexne kir

Serokê partiya Komarîxwaz a Gel li Tirkiyê ji zextûzorên ku AKP`ê tîne ser medya û rojnameyên dijber bi şîdet rexne kir.

Li gor rapora ajansa nûçan a Anatolu Newsê, Kemal Kilîçdaroglu serokê partiya Komarîxwaz a Gel ji partiyên dijber a dewleta Enqerê li berteka girtina berpirsên rojnama Sorzu ji aliyê dozgiriya Stanbolê got: Ev hukma nayê qebûlkirin û gelê Tirkiyê êdî nikarin zextûzorên wiha ser rojnameyan li nav welêt qebûl bikin.

Kemal Kilîçdaroglu gote berpirsên sîstema dadweriya Tirkiyê ku pêwîst e hûn nebin darê destê dewleta AKP`ê, pêwîst e reftara we bi edlayî bibe ku eger riyekî wiha negirin ber xwe rejîma Tirkiyê dê were hilweşandin.

Li vî halî îro şemiyê hinek ji nûnerên endame partiya Cumhûrîxwaza Gel li parlemana Tirkiyê seredana nivîsgeha rojnama Sozcu li Enqerê kirin û piştevaniya xwe ji vê rojnamê ragihandin.

 Dozgêriya Istanbûlê duh îniyê bona berpirs û karbidestên dine rojnama dijberên xwe yanî rojnama Sozcu hukmê girtin û zîndanîkirinê derxist.

Burak Akbay û sê kesên din ku li rojnama Sozcu dixebitin ji wan Medîha Olgun ku li pişka birêvebeiya malpera vê rojnamê dixebitin bi tawana peywendiya wan bi cemaeta Gulen ji aliyê sîstema ewlehiya Tirkiyê hatine girtin.

Gulen ji aliyê dewleta Tirkiyê sebebkarê serekeye darbeya leşkerî ya işkestxwarî ya 15 Tîrmeha sala 2016 tê naskirin, eva li halekê ye ku Gulen van cure tawanan ret dike.