May 20, 2017 13:43 Asia/Tehran
  • Hukmê girtina berpirsên rojnama Sozcu li Tirkiyê

Hikûmeta Tirkiyê li dewama siyasetên xwe yên serkutkirina dijberan hukmê girtina berpirsên rojnama Sozcu da.

Li gor rapora ajansa dewletî ya Anatolu Newsê, Dewleta Tirkiyê duh îniyê bona berpirs û karbidestên din ên rojnama dijberê xwe yanî rojnama Sozcu hukmê girtin û zîndanîkirinê da.

Burak Akbay û sê kesên din ku li rojnama Sozcu dixebitin ji wan Medîha Olgun ku li berpirsa malpera vê rojnamê ye bi tawana peywendiya wan bi cemaeta Gulen ji aliyê sîstema ewlehiya Tirkiyê hatine girtin.

Gulen ji aliyê dewleta Tirkiyê wek sebebkarê sereke yê darbeya leşkerî ya bê encam a 15 Tîrmeha sala 2016 tê naskirin, eva li halekê ye ku Gulen van cure tawanan ret dike.

Pêştir jî dehan kes ji rojnamevanên ku li rojnama Cumhûriyetê dixebitîn û bi tundî Erdogan rexne dikirin jî bi tawana dest hebûna li darbeya leşkerî ya 15 Tîrmeha sala 2016 hatine girtin.