Partiya Demokratîka Gelan (HDP) îro di kongereya xwe ya taybet de ji bo cihanîna hin pêvajoyên qanûnî û bijartina hevserokeke nû dewsa Figen Yuksekdag ku vê gavê li zîndanê ye û kursiya xwe ya parlemanê ji dest daye, bi rê têxe.

Li gor nivîsîna rojnama Huriyetê wer tê payîn ku  HDP li kongera xwe ya taybet de Serpil Kemalbay endameke dercebilind a vê partiyê dewsa Fîgen Yuksekdagê wek hevseroka nû ya HDP bibijêre.

Herwiha her yek ji parlemanterên din ên HDP yên wekî Filiz Kerestecioğlu, Meral Danış Beştaş û Tulay Hatemoglu Lari jî muhtele dewsa Yuksekdagê bibe hevseroka HDP.

Li gor qanûnên navxwe yên HDP heke hevserokek vî partiyê bi her heger û sebebekê nikaribe wezîfedariya xwe wek hevserok cih bîne, partî wezîfedar dibe berî her tiştekê cîgirekê dewsa wî ya wê bibijêre  û piştî 45 rojan ev partiya dikare bi pêkanîna kongereyeke taybet hevserokeke nû diyar bike.

Dadgeha Tirkiyê li Sibata 2017 Yuksekdag sûcdarkir ku pêwendiya xwe bi grûpeke terorîstî re hebûye loma ew xiste zîndanê. Piştî vê yekê HDP ev kiryara dadgehê şermezar û protesto kir û ragihand wê li dij vê kiryara dadgeha Tirkiyê li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dozê veke.

Gulan 20, 2017 13:30 Asia/Tehran