Wezîrê karên derve yê Tirkiyê got: Navçên Kêmkirina Kêşeyan li Sûriyê divê di bin kontrola hêzên çavdêrê NY de be.

  Li gorî rapora ISNA`yê,  Mewkûd Çawpşoglu îro got : Kontrola  navçên  Kêmkirina Kêşeyan li Sûriyê ji aliyê NY niha  tê hilkolandin û li gorî wê divê hin hêz li van navaçana bicih bin da ku rewşê kontrol bike.

Wî got: Yekim hevdîtina  koma  karî li bara navçên Kêmkirina Kêşeyan  li Sûriyê bi beşdariya welatên Îran, Tirkiye û Rûsiyê roja pênşemiyê li Enqerê hat lidarxistin û civîna  din li 21`ê Gulana  îsla  têdê were lidarxistin.

  Li civîna  Astanê, ku 3 û 4`ê Gulana  Îsal hat lidarxistinê, sê welatên  ku agirbesa  Sûriyê misoger dikin, hevhatinnameyek jibo avakirina  çar navçên  ewleh li Sûriyê wajo kirin.

 Ev çar navçe parzêgeha Idlib û hin beşên  Lazqiyê, Hema û Helebê, bakur û navenda  parêzgeha  Hemayê,  rojhilata  Qûtê nêzkî Şamê û her wiha  Dera û Quneyterê ne.

Ev hevhatinname ji 6`ê Gulana  Îsal cih hatiye.

 Agirbesa seranserî ya Sûriyê li 30`ê kanûna 2016`an  cih hatiye û tevî hebûna  hin raporan li bara  binpêkirina  wê, Hîn  di rojevê de ye.

 Konseya Ewlehiyê ya  NY bi pejirandina  biryarnameyekê piştigrî da vê agirbesê.

 

Gulan 19, 2017 20:35 Asia/Tehran