May 19, 2017 20:32 Asia/Tehran
  • Erdoxan: Tirkiye nikare rewşa awarte betal bike

Serokomarê Tirkiyê got: heta wê demê ku aramî bi tamî pêk neyê, Enqere nikare rewşa awarte betal bike.

Li gorî rapora Reuters`ê, Erdoxanê serokomarê Tirkiyê roja pêncşemiyê îdia kir: Hin beşên rojhilat û başûrê rojhilata Tirkiyê hela jî tijî çek in; Ji ber viya Tirkiye nikare rewşa awarte ya ragihandî piştî darbeya leşkerî ya serneketî ya Tîrmeha 2016`an betal bike.

Erdoxên her wiha îdia kir ku di rewşa niha da çiyayên başûrê rojhilata Tirkiyê tijî sitargeh in; Bajarên binerdî li vê navçeyê hatine çêkirin ku tijî çek in.

Erdoxên di dewamê da li ser opêrasiyona çekdarî ya Tirkiyê li bakurê Sûriyê jî pêgirî kir: Enqere ji bo pêkanîna opêrasiyonên zêdetir ên leşkerî mîna Mertala Firatê li bakurê Sûriyê, dê derengiyê neke û eger tûşî gefa YPG`ê were, dê bertekê nîşan bide.

Ragihandina rewşa awarte li navçeyên başûr û başûrê rojhilata Tirkiyê hertim tûşî nerazîtiya tund a kurdan û partiyên kurdî yên vî welatî wek rûniştiyên sereke yên van navçeyan bûye; Ji ber ku ragihandina rewşa awarte li van deveran pirsgirêkên rûniştiyên van navçeyan zêde dike.