Nîsan 26, 2017 21:22 Asia/Tehran
  • Berdevka YPJê bertek da Amerîkayê: Em ê hêzên xwe bikşînin

Berdevka YPJê Nesrîn Abdullah derbarê êrişa Tirkiyê ya li dijî Rojava û herêma Kurdistanê de axivî û diyar kir ku ew berteka Amerîkayê ya li hember êrişan kêm dibînin.

Artêşa Tirkiyê duh li dijî Çiyayê Şingal ya li Herêma Kurdistanê û Çiyayê Qereçox ya li herêmên kurdî li Sûriyê êrişên hewayî pêk anî.  Navenda Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) derbarê êrişan de daxuyaniyek belav kir û diyar kir ku haya hêzên koalisyona navnetewî ji êrişê hebû û wan bi bêdengbûnê êriş pejirandin.

Berdevka YPJê Nesrîn Ebdullah derbarê êrişa Tirkiyê de hin daxuyanî da Sputnikê û diyar kir ku ev ne helwesteke nû ye û 6 salên dawî de Tirkiye her êrişî wan kiriye.

Berdevka YPJê Ebdullah helwesta Amerîkayê rexne kir û got: " Cihê vê yekê di hiqûqa navnetewî de tune ye.  Amerîka an jî koalisyona dibêjin ‘em ji ber êrişê aciz in û bi endîşe ne' em bertekên wiha kêm jî qebûl nakin. Ger ev bertek be em naxwazin. Divê ew êrişên li hember me tên kirin qebûl nekin. Ger êrişek din bê kirin û ew dîsa berteke din wisa bidin, tê wateya ku ew kiryarên Tirkiyê ‘erê' dikin'."

Nesrîn Ebdullah di dewama axaftina xwe de dibêje ew bi koalisyona ku Amerîka serkêşiya wan dike li Reqayê bi hevre li dijî DAIŞê şer dikin û ger hêzên koalîsyonê helwesta xwe zelal nekin dê hêzên xwe ji operasyona Reqayê bikşînin.

Nesrîn Ebdellah di dawiya axaftina xwe de bertekan dide NATOyê û dibêje ew vê yekê wekî helwesta hevpar ya NATOyê bi nav dikin û wiha pê de çû: "Em dibêjin em  şerê dijminê hevpar yanî DAIŞê bikin. Ger êrişek ji aliyê welatekî endamê NATOyê (Tirkiye) ve hatibe kirin, tê wateya ku NATOyê jî qebûl kiriye û dengê xwe nake. Em jî wekî tifaqê dibînin. Em û gelê me, em li hêviya bertekan e. Ger bertekên pratîk û devkî neyên dayîn wê çaxê em dizanin ku em ê çi bikin."