Berteka Kirimlînê li hember îdiaya Erdogan
Rûsiyê ser dewama helwesta vî welatî jibo piştgiriya ji biryara gelê Sûriyê li hember welatê xwe tekez kir.
li gorî rapora Sputnikê, Dîmîtrî Pêskof berdevkê Kirimlînê roja çarşemiyê bi redkirina îdiaya Receb Teyib Erdogan serokkomarê Tirkiyê li bara hitmala guherîna nihêrîna Moskowayê li hember dewleta Sûriyê got : Helwesta Moksowayê li hember Beşar esed serokkomarê Sûriyê negheriye û tenê sûrî bixwe dikarin li bara pêsşeroja welatê xwe û serokkomarê xwe biryarê bidin
Berdevkê Ofîsa Çapamenî ya Kremlînê Dmitriy Peskov ragihand ku Serokê Dewleta Rûsyayê Vladimîr Pûtîn ne parêzerê Serokê Dewleta Sûriyeyê Beşar Esad e, parastvanê hiqûqa navneteweyî ye.
Rojnamevanan pirsa ku şevê din Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan di hevpeyvîna xwe ya Reutersê de gotibû ‘Pûtîn ji min re got ez ne parêzerê Esad im'. Peskov di bersevdayîna xwe de got: "Heke em werin ser mijara piştgiriya Esad nêrîna Rûsya û Pûtîn di ve mijarê de neguheriye. Ev helwest ji terefê herkesi ve baş tê zanîn."