Êrişa tolhildanê ya kurdên Sûriyê ser du qerqolên sînorî yên Tirkiyê
Nîsan 26, 2017 19:48 Asia/Tehran
Yekînên Parasatina Gel ên kurdên Sûriyê , YPG jibo tolhildanê, du qerqolên hêzên artêşa Tirkiyê li sînorê parêzgehên Hatayê dan ber êrişan.
Li gorî rapora ISNAyê, li gorî nivîsa rojnama Huriyetê, ev kiryara li halskê cih hatiye ku pêştir hêzên artêşa Tirkiyê, navçên kurdnişîn ên bakurê Sûriyê û Iraqê dabûn ber êrişên xwe.
Lê rayedarên eskerî yên Tirkiyê dibêjin vê êrişê tu qurbaniyek tine bûye û tenê tolhildanek li hember êrişa vê dawiyê ya Enqerê ser kurdan bûye.