Nîsan 26, 2017 18:10 Asia/Tehran
  • Lêkolînerê saziya Orhamê: PKK Şingalê naterikîne

Oyton Orham dibêje, tevî bombebarana pêgehên PKK`ê li Şingalê, ev koma çekdar a kurd wê navçeyê neterikîne.

Li gorî rapora Kurdpress`ê, roja sêşemiyê ji nişkêve bargehên PKK`ê yên li Şingala Iraqê û herwiha bargehên koma kurdî ya nêzîkî PKK`ê li Sûriyê yanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) ji aliyê balafirên cengî yên Tirkiyê ve hatin bombebarankirin.Dewleta Herêma kurdistana Iraqê û Partya Demokrat a Kurdistana Iraqê (Partî), PKK`ê berpirsê bombebarana Şingalê dan zanîn ji ber ku li gorî gotina wan êrişa hewayî ya ser Şingalê ku bû sedem 5 hêzên pêşmerge jî werin kuştin, bona hebûna PKK`ê li Şingalê bûye.

Oyton Orham, lêkolînerê  saziya Orhamê, Ara News`ê re got: PKK wê li Şingalê bimîne û wê ew navçeyê neterikîne. Çareseriya mijara Şingalê hewcedara demê ye. Li gorî nêrîna min PKK wê tevî bombebarana Tirkiyê, navçê neterikîne.

Wî herwiha got: PKK, mihaneya Tirkiyê jibo êrişa ser Şingalê bû. Ji ber vê yekê Partya Demokrat a Kurdistana Iraqê ji PKK`ê dixweze vê navçeyê biterikîne. Partya Demokrat dil heye li dawiyê kontrola Şingalê bigire destê xwe.

Ebdullah Hafiz ji Kalêca Kîngz a Londonê jî got, ji ber ku PKK ser vê bawerê ye ku roleka wê ya pirr mezin li rizgarkirina Êzîdiyên li Şingalê hebûye, wê ji wê navçeyê dernekeve.