Nîsan 26, 2017 17:54 Asia/Tehran
  • Qasimî: Karê Tirkiyê binpêkirina serweriya Iraqê ye

Berdevkê wezareta karên derve ya Îranê li berteka li hember êrişa balafirên cengî yên Tirkiyê ser bakûra Iraqê, got, binpêkirina hakimiyeta neteweyî ya welatan bi her hecet û hedefekê dijî qanûnan e û dibe sedema bê ewlehî û bê îstiqrariyê .

Li gorî rapora Ajansa nûçeyan a Tesnîmê, Behram Qasimî, berdevkê wezareta karên derve ya welatê me li berteka li hember êrişa hewayî ya dewleta Tirkiyê ser navçeyên derdora bajarê Şingalê li axa Iraqê, ev kara binpêkirina hakimiyeta neteweyî û yekperççetiya axa Iraqê da zanîn û di vî warî de pişta dewleta Iraqê girt.

Qasimî herwiha got: Binpêkirina hakimiyeta neteweyî ya welatan bi her armancekê, wek binpêkirina qanûnên naskirî yên navneteweyî ne û rê jibo dewam û xurtkirina bê îstiqrariya li navçê xweş dikin.