Nîsan 26, 2017 16:59 Asia/Tehran
  • Rûsya: Êrişa Tirkiyê ser bakura Iraq û Sûriyê wê bandoreke neyînî li herêmê bike

Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûryayê Gennadiy Gatîlov, derbarê êirşên Tirkiyê yên li dijî Çiyayê Qereçox ya kurdên Sûriyê û Çiyayê Şingalê ya bakurê Iraqê de got: "Operasyonên wiha bandoreke neyînî li rewşa herêmê dike."

Li gor ragihandina ajansa nûçeyan a Sputnîkê Alîkarê Wezîrê Karên Derve yê Rûryayê Gennadiy Gatîlov got: "Ez nizanim ku Rûsya derbarê operasyonan de agahdar kiriye an nekiriye. Lê bûyerên mîna vê yekê (yên bê destûr) têsîreke neyînî li rewşa operasyonên leşkerî yên li herêmê û pêvajoya muzakereyan dike."

Hêjayî gotineye ku Serokomarê Tirkiyê Receb Teyib Erdogan di axaftina xwe ya bi ajansa nûçeyan a Reutersê re diyar kiribû ku wan beriya operasyonê Rûsya, Amerîka û Herêma Kurdistana Iraqê agahdar kirine.