Nîsan 26, 2017 16:53 Asia/Tehran
  • Çar partiyên kurd êrişên Tirkiyê şermezar kirin

Çar partiyên kurd êrişên artêşa tirkiyê yên li dijî kurdên Sûriyê û Herêma Kurdistanê bi daxuyaniyeke nivîskî şermezar kirin.

Hereketa Azadî, Partiya Azadiya Kurdistanê ya Tirkiyê (PAK), Partiya Demokratên Kurd- ya Tirkiyê , Partiya Sosyalîstên Kurd (PSK) bi armanca şermezarkirina êrişa artêşa Tirkiyê ya li dijî Çiyayê Qereçox ya kurdên Sûriyê û Çiyayê Şingalê ya bakurê Iraqê daxuyaniyek nivîskî belav kirin.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku ew êrişa Tirkiyê şermezar dikin û wiha pê de diçin: Em  careke din bangî PKKyê dikin ku rêzê li desthilatdarîya Hikûmet û Parlamentoya Herêma Kurdistana Iraqê bigire û ji Şingalê vekêşe. Hebûna PKKyê li Şingalê rê ji êrîş û têkdanên xêrnexwazên miletê kurd re xweştir dike. Pêwist e Herêma Kurdistana Iraqê bi guftûgoyan  hebûna PKKê li Şengalê safî bike ku êdî xêrnexwazên gelê kurd yên wek dewlata Tirkiyê nikaribin bi van hincetan destdirêjîya  Herêma Kurdistana Iraqê bikin."

Herwiha bang li Tirkiyê hat kirin da ku ew dev ji êrişan berde û rêzê li Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê  û li mafê netewî û demokratîk yên gelêê Kurd yên li hemû cîhanê bigre.