Nîsan 24, 2017 09:43 Asia/Tehran
  • Xwenîşandana li Istanbûlê dijî giştpirsiya Tirkiyê

Bi sedan kes ji xelkê Tirkiyê duh yekşemê bona diyarkirina nerezamendiya xwe li hemberî encama giştpirsiya 16'ê Nîsanê a guhartina qanûna bingehîn û zêdekirina desthilatên Receb Teyib Erdogan wek serokkomar li Istanbûlê derketin kolanan û dijî wî diroşme bilind kirin.

Li gor rapora IRIB News`ê, Xwenîşanderên Istanbûlê ragihandin ku eger  dihat û giştpirsiya 16'ê Nîsanê bi cureke qanûnî birê diket, xelkê Tirkiyê para pirtir dengê ``Na`` didane vê giştpirsiyê û encama hilbijartinê berovajî dibû.

Li giştpirsîna guhartina qanûna bingehîn a Tirkiyê gelê vî welatî bi rêjeya 51.3`ê dengê Erê û 48.7 dengên Na guhertinên di vî warî da pesend kir.

Li halê ku Partiya Komarîxwaz a Gel (CHP) îniya bihurî şikayeta xwe ji ber hejmartina belgeyên giştpirsiyê yên bê mor bire dadgeha bilind a Tirkiyê, Lê Partiya serdest a Dad û Geşepêdana Tirkiyê (AKP) ragihandiye ku tiştê ku çaverê bûye, bi dest nexistiye û partiyên dijber bi belgeyên bawerpêkirî îsbat kirine ku 2 milyon û 500 hezar belgeyên dengan yên bê mor ser xêra AKP'ê û Erdogan hatine hesibandin loma partiyên dijî dewletê jî xwestine ku sedî 60`ê dengên sandiqan ji nû va bên hejmartin.