Şirove - Armanca Erdogan ji dijberiya nerasterast li hember piştgiriya Emerîkayê ji kurdên Sûriyê
Receb Teyib Erdogan, serokkomarê Tirkiyê li axiftineke biarmanc û dîplomatîk bi îdiaya sersariya civaka navneteweyî li hember parvekirina Sûriyê pêvajoya hanê rexne kir.
Serokkomarê Tirkiyê bal kişand ser vê meselê ku bixwe tev Donal Trump hevtayê xwe yê emerîkî li bara hevkariya Waşîngtonê tev YPG`ê li Sûriyê gotûbêj kiriye û ser rawestandina vê hevkariyê tekez kiriye û îdia kir ku Tirkiye îzna parvekirina Sûriyê ser qazanca tu welatekî nade.
Yekim axiftina serokkomarê Tirkiyê ser meselên navneteweyî piştî refrandoma reforma destûra bingehîn a vî welatî, nîşan dide ku Erdogan rewatiya herîkêm a navxweyî wek amûrekê li warê navneteeyî bi kar tîne. Wî îdia kir ku Tirkiye heta bihustek ji axa Sûriyê naxwaze belkî li dû jiholêrakirina DAIŞ`ê ye. Erdogan her wiha dilgiraniya xwe li vê barê da xûyanê ku li pêşerojeke nêzîk Sûriye nikare ser piyê xwe bisekine.
Lêbelê Erdogan li vê axiftinê negot çima heya niha Enqere li dû pêkanîna navça ewleh û tamponê li Sûriyê bûye, an çima eskerên tirk derbasî nav axa Sûriyê kiriye. Eva li halekî ye ku pêştir dezgeha biryardayînê ya Tirkiyê eşkere behsa wêdebirina Beşar Esed û lawazkirina dewleta navendî ya Şamê dikir û eva li ba karzanên siyasî wek tevgera Tirkiyê û wekatên navçê hevdengê Enqerê li hevsengiyên Sûriyê jibo lawazkirina hikûmeta Sûriyê û parvekirina vî welatî hat nirxandin.
Bêguman hin derûdorên siyasî, armanca welatên rojavayî ji bandora ser qeyrana Sûriyê û Rojhilata Navînê cihanîna projeya ne ewqas kevn a Rojhilata Navîna Merzin û mozayîkîkirina welatên navçê dizanin. Eva hemen proje ye ku rayedarên Enqerê bêyî ku bala xwe bidin ser vê meselê ku Tirkiye jî di lîsteya welatên armancê vê projeyê ye bi siyasetên welatên rojavayê û Emerîkayê li alugurên navçê re hevdeng bûn û li vî warî hewl dan ku bi rola xwe li vî leyîzê, Tirkiyê ji dûhatên vê planê biparêzin.
Lê leyîza Enqerê li hevsengiyên navçê bi curekê bû ku bixwe niha pirtir dilgiranê alugurên hanê ye .
Axiftina Erdogan û fukara wî li bara parvekirina Sûriyê beşek ji dilgiraniyên Tirkiyê ji pêşeroja alugurên Sûriyê û Rojhilata Navînê ye.
Enqere pergalkirina kurdên Sûriyê ji aliyê Emerîkayê va li çarçoveya piştgiriya Waşîngotinê ji kurdên welatên navçê dinirxîne û loma dilgiranê biqawetbûna grûpên kurd li Sûriyê ye, rewşa ku dikare gefê li yekperçetiya axa Tirkiyê li sînorên navbera vî welatî û Sûriyê bixwe. Loma pênasa Tirkiyê û Emerîkayê li bara avakirina navçên ewleh li sînorên Tirkiyû û Sûriyê cida ji pênase û armanca Emerîkayê ji pêkanîna navçeyeke wiha li axa Sûriyê ye.
Ji aliyê din ve siyaseta derve ya Tirkiyê li hevsengiyên navçeyê nîşan daye ku stratejiya Enqerê di demeke kurt de berjewendiyên vî welatî garantî dike; Lê di dirêjdemê de ev nihêrîna ser ziyana armanc û berjewendiyên neteweyî yên Tirkiyê bûye.
Em dikarin mînaka vê rewşê ji destpêbûna stratejiya kêmkirina pirsgirêkên Tirkiyê tev welatên cînar heya venihêrîna Enqerê li vê stratejiyê de bibînin.