Nîsan 21, 2017 13:04 Asia/Tehran
  • Dewama nerazîbûnên li hemberî Civata Bilind a Hilbijartinan li Tirkîyê

Nerazîbûnên li hemberî Civata Bilind a Hilbijartinên Tirkîyê duh jî li bajarên curbicur ên vî welatî berdewam bûn.

Li gorî rapora malpera Rojnama Bîrgûnê (Birgun Gazetesi), Duh bi hezaran kes ji welatîyên Tirkîyeyî li bajarên curbicur ji wan li Istenbol, Izmîr, Adana, Enqere û Mêrsînê bi nîşana nerazîbûna li hemberî biryara Civata Bilind a Hilbijartinên Tirkîyê ku belgeyên dengdayînê yên bê mohir li hejmartina dengên giştpirsîya guhertinên destûra bingehîn a Tirkîyê rast û qanûnî zanîbûn, xwepêşandan birê xistin.

Xwepêşanderan bi durişmên li dijî Civata Bilind a Hilbijartinên Tirkîyê xwestin ku Seidî Gûven serokê vê civatê dest ji karê xwe berde.

Xwepêşanderan herwiha bi durişman nerazîbûna xwe li hemberî girtina nerzîyên li hemberî encama giştpirsîyê nîşan dan û pêkutî kirn ku ew ê nehêlin rêjîma dîktatorî li Tirkîyê serdest bibe.

Li gorî nûçeyeke din, Maykêl Lînk yek ji rayedarên Sazîya Ewlehî û Hevkarîya Ewropayê ku bi raporeka li bara pêvajoya giştpirsîya li Tirkîyê bibû sedema berteka rayedarên vî welatî, temî da ku dengên giştpirsîya 16`ê Nîsanê li Tirkîyê jinûve bên hejmartin.

Lînk herwiha pêkutî kir ku pêbawerîya giştî li bara pêvajoya giştpirsîya destûra bingehîn li Tirkîyê lawaz bûye û got: Hejmartina jinûve ya dengan dikare bibe sedema bihêzbûna pêbawerîya giştî.