Nîsan 21, 2017 08:54 Asia/Tehran
  • Gotinên serokomarê Tirkîyê li bara pêşeroja vî welatî piştî giştpirsîyê

Serokomarê Tirkîyê, RAeceb Teyîb Erdogan got ku guhertinên destûra bingehîn a vî welatî ne ber xatirê şexsê wî pêk hatin belkî ew daxwaz û vîyana gelê Tirkîyê bû. Wî herwiha got: Tirkîye piştî sala 2019`ê yê cîgeha herîbaş li civaka cehanî hebe.

Serokomarê Tirkîyê, RAeceb Teyîb Erdogan got ku guhertinên destûra bingehîn a vî welatî ne ber xatirê şexsê wî pêk hatin belkî ew daxwaz û vîyana gelê Tirkîyê bû. Wî li bara pêşeroja welatê xwe piştî giştpirsîyê jî: Sala 2019`ê yê saleke cida jibo gel û dewleta Tirkîyê be û piştî wê Tirkîyê dê cîgeha herîbaş li civaka cehanî hebe.

Serokomarê Tirkîyê li bara peywendîyên vî welatî û YE jî got: Ewropa li gorî pîvanên faşîsm û nazîsmê ligel Tirkîyê serederîyê dike û tişta ku ew li hemberî Tirkîyê dike, meriv dikare bêje şerek li dijî Tirkîyê ye.

Wî herwiha got: Ez wekî serokomarê Tirkîyê bala xwe didim ser tişta ku gelê Tirkîyê dixwaze ne tişta ku YE dixwaze lewma heke gel bixwaze cezaya îdamê li Tirkîyê bê vejîyandinê, ez ê hewl bidim û helwesta YE li hemberî Tirkîyê di vî warî da wateya xwe tineye.

Erdogîn herwiha pêkutî kir: YE sozên xwe di warê qeyrana penaberan da cih neanîn û bûceya pêwîst neda Tirkîyê lê Enqerê heta niha 25 milyard dolar ber xatirê penaxwazan li vî welatî xerc kirîye.