Adar 26, 2017 11:20 Asia/Tehran
  • 4 sal û 8 meh zînad ji bo Nûnera Diyarbekrê li parlemana Tirkiyê hate birrîn

Dozgeriya dewleta Tirkiyê 4 sal û 8 mehan cezayê zîndanê ji bo Parlamentera HDP'ê ya Diyarbekrê Nûrsel Aydogan birrî.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Kurd Press`ê ji zarê rojnama Hurriyetê, Dozgeriya cezayiya Diyarbekrê 4 sal û 8 mehan cezayê zîndanê ji bo Nûrsel Aydogan Parlamentera Partiya Demokratîka Gelan (HDP)'ê ya vî bajarî li parlemana Tirkiyê ,birrî.

Dadgeha Diyarbekrê ragihandiye ku tawanên Aydogan daxuyaniyên çapemeniyê û beşdariya wê li meş û merasîman li sala 2011'an e.

Dadgeha Tirkiyê ragihandiye ku Nûrsel ji ber endametiya nav grûpên terorîstî, propaganda ji bo grûpên terorîstî û berçavnegirtina qanûna meş û xwenîşandanan û pişkdariya li xwenîşandanên neqanûnî tawanbar e.

Aydogan ku niha li Girtîgeha Sîlîvrî girtî ye, bi rêya sîstema deng û dîmen (SEGBÎS) beşdarî civîna dadweriyê bû.

Li vê civîna dadgehê parêzerên Aydogan her wiha Parlamenterê HDP'ê Altan Tan, Hevseroka HDP'ê ya bajêr Gulşen Oner û gellek kesên din weke temaşeker li salonê amade bûn.

Aydogan bi rêya SEGBÎS'ê anî ziman, mafê wê yê parêzbendiyê heye û ew bi rengekî neheq hatiye girtin.

Aydogan got, "Niha Civata Giştî ya Meclîsê guhertinan li ser destûra bingehîn a ku ji bo siberoja Tirkiyeyê gelekî girîng e cih tîne .

Wê got: ji ber ku niha li girtîgehên me, nikarim tevlî van rûniştnan bibim, nikarim dengê xwe bi kar bînim, dixwazim bes ev mafê min were bênkirin."

Aydogan ragihand ku ji ber parlamentereke Amedê ye ew tevlî merasîmên veşartina cenazeyan û meşan bûye û anî ziman, ew di çarçoveya plansaziya partiya xwe de tevgeriya ye.

Aydogan bi bîr xist, ku dozgerê xwedî erka taybet ê demê Ahmet Karaca, ku li dijî wê gilîname amade kiriye, niha ji ber endambûna wî tevlî cimaeta Gulen di zîndanê da ye.

Li gorî qanûna bingehîn a Tirkiyê eger sizaya kesek kêmtir ji pênc salan be, parêzerên wî dikarin vê hukmê bibin Konseya bilind a dadgehên vî welatî bona venêhrîna ducarî.