Adar 24, 2017 10:55 Asia/Tehran
  • Erdogan: Enqere yê peywendîyên ligel YE`yê venihêre

Serokomarê Tirkîyê careka din gef kir, Enqere yê peywendîyên xwe ligel YE`yê venihêre.

Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê şeva buhurî li gotûbêja ligel kanala CNNTURK`ê got: Piştî giştpirsîya guhertinên destûra bingehîn a Tirkîyê di 16`ê Nîsanê da, Enqere yê hemî peywendîyên sîyasî û îdarî yên ligel YE`yê ji wan lihevkriina li bara koçberan venihêre lê yê peywendîyên aborîyê ligel vê yêketîyê biparêze.

Wî kiryara welatên ewropî ya qedexekirina derbasbûna çend wezîrên Tirkîyê nav axa wan, hewldana welatên hanê jibo zêdebûna dengên Na têkildarî giştpirsîya destûra bingehîn a Tirkîyê nirxand.

Gêreya di navbera rayedarên Tirkîyê û YE`yê da, piştî wê derket ku Receb Teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê, Almanya û hin welatên ewropî ji ber ku rê nedan mîtîngên propagandeyî yên rayedarên Tirkîyê têkildarî giştpirsîya guhertinên destûra bingehîn a vî welatî li welatên hanê bên lidarxistinê, dan ber rexneyên tund.