Adar 24, 2017 09:47 Asia/Tehran
  • Li 17 bajarên Tirkîyê operasyon li dijî endamên Tevgera Gulen hat lidarxistin

Hêzên ewlehîya Tirkîyê li 17 bajaran ji wan li Istenbolê operasyoneke berfire jibo girtina gumanbarên têkilîya tev Tevgera Gulen lidar xistin. Ji hêla din ve li Dêrsimê Alîkarê Hevşaredarê Dêrsimê Ibrahim Kasun û Serokê MEYA-DER`ê Hayrettin Baba jî di nav de 6 kes bi hinceta ku ‘endamê rêxistinê ne' hatin girtin. Sê kesên mayîn bi şertê ‘kontrola dadî' serbest hatin berdan.

Li gorî rapora mêdyayên Tirkîyê, di encama vê opêrasyona li 17 bajaran de gellek kes hatin girtinê, tê gotin ku 60 karmendên ewlehiyê ku di nava wan de payebilind jî hene bernameya ByLockê bikar anîne.

Di çarçoveya lêpirsîna mijara navborî de navend Stenbol hêzên ewlehî li Edene, Afyon, Enqere, Balikesir, Bursa, Erzirom, Dîlok, Hatay, Îzmîr, Qayserî, Kocaeli, Manîsa, Mêrsîn, Osmaniye, Uşak û li Yozgatê bi operasyoneke hemdem ser 60 navnîşanî de girtin û li malan lêgerîn kirin.

Ji hêla din ve li Dêrsimê Alîkarê Hevşaredarê Dêrsimê Ibrahim Kasun û Serokê MEYA-DER`ê Hayrettin Baba jî di nav de 6 kes bi hinceta ku ‘endamê rêxistinê ne' hatin girtin. Sê kesên mayîn bi şertê ‘kontrola dadî' serbest hatin berdan.

Ji aliyê din jî, ji 16 kesên ku li Licê ya Amedê hatibûn binçavkirin 8 ji wan serbest hatin berdan.

Li navçeya Licê ya Amedê  di 14`ê Adarê de di encama serdegirtina malan de 16 kes hatibû binçavkirin. Ji wan 16 kesan 8 kes piştî lêkolîna li Midûriyeta Ewlekariyê serbest hatin berdan.