Adar 24, 2017 09:33 Asia/Tehran
  • Bêkarî li Tirkîyê zêde bû, 3 milyon û 330 hezar kes bêkar in

Rêjeya bêkariyê li Tirkiyê li gorî sala borî ji sedî 0.6 zêde bû û gihîşte ji sedî 10.9`an. Di sala 2016`an de 273 hezar kesên din li hejmara bêkaran zêde bûn.

Hejmara fermî ya bêkaran li Tirkiyê gihîşte 3 milyon û 330 hezar kesî. Di sala 2016`an de rêjeyê bekariyê li gorî sala 2015`ê ji sedî 0.6 zêde bû û herî dawî asta bêkariyê gihîşte 10.9`an. Rêjeya bêkarîyê ya mêran ji sedî 0.4 de bû û gihîşt ji sedî 9.6`an û ya jinan jî ji sedî 1.1 zêde bû û ew jî gihîşte ji sedî 13.7`an.

Li gorî doneyên îstatîstîkên ku hatine parvekirin, herêmên herî zêde ku bêkarî li wan heye ji sedî 28.3 (Mêrdîn, Êlih, Şirnex û Sêrt). Herêmên ku bêkarî li wan kêm e jî ji sedî 4.5 (Trabzon, Ordu, Giresun, Rize, Artvin û Gumuşhane) ye.

Istixdama herî zêde li herêmên Kastamonu, Çankiri û Sinop û yên herî kêm jî dîsa Mêrdîn, Êlih, Şirnex û Sêrtê pêk hat.