Adar 23, 2017 15:58 Asia/Tehran
  • Serokê CHP`ê: Tirkîye li sîyasetên xwe yên Rojhilata Navînê tûşî işkestê bûye

Serokê Partîya Komarxwaz a Gel a Tirkîyê (CHP) ser vê bawerê ye ku Tirkîye berovajî Îran û Ûrsêtê li sîyasetên xwe yên Rojhilata Navînê pêrgî işkestê bûye.

Li gorî rapora malpera rojanama Cumhuriyetê, Kemal Kiliçdaroglu serokê Partîya Komarxwaz a Gel a Tirkîyê (CHP) got: E, ji her hêlî va ku li sîyasetên Tirkîyê yên têkildarî Rojhilata Navînê binêrin, em ê sîyaseteke nekêrhatî bibînin. Ma hûn nebûn we rê da maşînên Partîya Yêketîya Dêmokiratîk a kurdên Sûrîyê (PYD) ji axa me derbas bibin? Niha çi bûye we erd û esman lihev xistîye? Ev kiryar bi tu awayî maqûl nine. Li sîyaseta derve heke nekaribin pêşerojê bibînin wiha dibe. Amerîka û Ûrsêtê li bara PYD`ê bi awayekî hevpar pêngavan radikin. Tirkîyê nekarîye hevsengîya nû ku li halê pêk hatine ye baş analîz bike. Bicaran gotin yê derbasî Minbicê bibin, ne li Minbicê û ne jî li Reqê nekarîn karekî bikin ji ber ku ew dever di bin kontrola hêzên din da ne.

Serokê CHP`ê herwiha got: Alûgurên ku em heta roja îro li Sûrîyê dibînin nîşan didin ku tenha welatê ku li sîyaseta xwe ya Rojhilata Navînê pêrgî işkestê bûye, Tirkîye ye. Heke pêkanîna devera ewlehîyê ya navbirr re bêjin serkevtin, wê demê divê têgeh û wateya serkevtinê li ensîkilopedyayan bê guhertinê. Ji rojavaya Firatê re digotin Xeta Sor, gelo niha xeteke sor maye? Tirkîyê bi sîyasetên xwe li bara Sûrîyê, ji xwe re kêşe saz kirîye ji ber ku bi dû xewnên iqtidarxwazîyê çû Sûrîyê. Lê nedizanî Sûrîye yanî Rûsîye, heke hûn nezanibin Sûrîyê heta çi astekê jibo Ûrsêtê girîngî heye, hûn ê şaşitîyên wiha bikin. Îran, Ûrsêt û Amerîkayê li Rojhilata Navînê hêzeke zef mezin bidest xistine li halekî ku Tirkîye tûşî işkestê bûye.