2 serbazên Tirkîyê li Colemêrgê hatin kuştinê
Adar 23, 2017 13:38 Asia/Tehran
Li Çelê ya ser bi Colemêrgê ve û di encama êrîşeke bi hawanan a çekdarên PKK`ê de, 2 serbazên Tirkîyê hatin kuştinê û 5 jî birîndar bûn.
Li gorî rapora ajansa nûçan a Sputnikê, Sererkaniya artêşa Tirkiyê ragihand, Şeva borî çekdarên PKK`ê êrîşî baregeha Gerîktepeyê ya parastina sînorê Tirkiyê kirin û xwestin ku bikevin vê baregehê.
Li gorî vê raporê dema vê êriş û hewldanê da di navbera her du alîyan da pevçûn derket ku 2 serbazên Tirkîyê hatin kuştinê û 5 jî birîndar bûn.
Birîndar bi helîkopterê ber bi nexweşxaneya Colemêrgê hatin veguhastin û jibo girtina çekdarên PKK`ê opêrasyoneke berfire hat destpêkirin.