Tirkîyê sefîrê Norwêjê vexwend
Piştî ku Norwêjê daxwaza penaberîyê ya 5 efserên Tirkîyê qebûl kir, dewleta Tirkîyê şeva buhurî sefîrê wî welatî li Enqerê vexwende Wezareta Karên Derve.
Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, Dayra Koçberîyê ya Norwêjê daxwza penaberîyê ya 4 efserên Tirkîyê yên li NATO`yê û misteşarekî vî welatî li derve qebûl kir.
Hisên Muftîoglu berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê bi daxûyanîyekê ragihand: Sefîrê Norwejê ji hêla Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê va hat bankirinê û Enqerê nerazîbûna xwe li hemberî biryara Norwejê ya qebûlkirina daxwaza penaberîyê ya 5 esferên Tirkîyê li wî welatî ragihandê.
Efserên hanê dibêjin tu têkilîya wan bi derbeya 15`ê Tirmehê ya li Tirkîyê ra tineye û ew ditirsin dema bizvirin welatê xwe bên girtinê, lewma naçin Tirkîyê.
Berî vîya jî 136 efser û dîplomatên tirk daxwaza penaberîyê dan dewleta Yûnanê û 8 efseran jî ev daxwaza raberî dewleta Yûnanê kiribûn.
Bi dû derbeya serneketî ya15`ê Tîrmeha sala 2016`an li Tirkîyê, rayedarên vî welatî dest bi girtin û derxistina berfire ya efser û personelên artêş, polîs, dezgeha dadwerîyê, rayedarên sîyasî yên dijber, civaka hunermend û nivîskarên Tirkîyê kirin.