Adar 23, 2017 10:57 Asia/Tehran
  • Berteka Tirkîyê li hemberî biryara Norwêjê têkildarî 5 efserên penaxwaz

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê ji biryara Norwêjê ya dayîna mafê penaberîyê bo 5 efserên wî welatî rexne girt.

Li gorî rapora malpera TRT`ê, Hisên Muftîoglu bal kişand ser vexwendina sefîrê Norwêjê li Enqerê bo Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê û ragihandina nerazîbûna vî welatî ji ber dayîna mafê penaberîyê bo 5 efserên Tirkîyê û daxwaza penaberîyê ya personelên dezgehên delweta Tirkîyê li derveyî welêt, hewldana jibo sûdwergirtina narewa ji imkanên sîyasî, civakî û aborîyê yên wan welatan zanî ku li wan dijîn.

Wî got: Piştgirîya yek ji hevgirtîyên me ji hewldanên bi vî rengî yên personelên dezgehên dewleta Tirkîyê ku piştî derbeya serneketî ya 15`ê Tîrmehê bo Enqerê hatine vexwendinê, bi tu awayî nayê qebûlikirinê.

Dayra Koçberîyê ya Norwêjê duh daxwza penaberîyê ya 4 efserên Tirkîyê yên li NATO`yê û misteşarekî vî welatî li derve qebûl kir.