Adar 22, 2017 18:19 Asia/Tehran
  • Eskerekî Tirkîyê bi gulleya ku ji axa Sûrîyê va hat avêtinê, hat kuştinê

Serbazekî Tirkîyê li devera sînorî ya Rêyhanlîyê li parêzgeha Hatayê li başûra vî welatî bi gulleya ku ji axa Sûrîyê va hat avêtinê, hat kuştinê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, erkantîya hêzên çekdar a Tirkîyê îro ragihand: Gulle ji devera di bin kontrola Partîya Yêketîya Dêmokiratîk (PYD) va hatîye avêtinê.

Çavkanîyên herêmî jî ragihandin gulle ji devera bajarokê Atma yê Sûriyeyê ku di bin kontrola Artêşa Sûriyeya Azad  de ye hatîye avêtinê.