Adar 22, 2017 18:03 Asia/Tehran
  • Erdogan ji welatên ewropî rexne girt

Li dewama devûjenîya di navbera berpirsên Tirkîyê û YE`yê da, serokomarê Tirkîyê, hin welatên ewropî tawanbar kirin ku mafên navnetewî binpê dikin.

Receb teyîb Erdogan serokomarê Tirkîyê li kombûnekê li bajarê Enqerê bal kişand ser gêreyên vê dawîyê yên di navbera welatê wî û hin welatên endamê YE`yê da û got: Hin welatên ewropî bi girtina pêşîya derbasbûna berpirsên tirk nav welatên hanê, isûlên dîplomatîk binpê kirin.

Erdogan herwiha got: Li Ewropayê heta şaredarî jî dikarin rewşa awarte ragihînin lê cihê matmayîbûnê ye ku dema dewleta Tirkîyê rewşa awarte radigihîne, welatên ewropî bertekê nîşan didin.

Serokomarê Tirkîyê got: Ev welatana hemî pîvanên ku bi salan wekî pîvanên YE`yê ser me da sepandin, binpê dikin.

Erdogan bal kişand ser lidarxistina giştpirsîya guhertinên destûra bingehîn a Tirkîyê di 16`ê Nîsanê da jî û got: Em ê piştî 16`ê Nîsanê li dora masa muzakirê bicivin û gotûbêjê bikin. Ev rewşa nikare bê domandin. Tirkîye ya pêwîst bizabine yê bike.

Ewropî dibêjin Erdogan bi lidarxistina giştpirsîya 16`ê Nîsanê Tirkîyê ber bi dîktatorîyê va dibe.