Adar 22, 2017 09:10 Asia/Tehran
  • Tirkîyê kardarê Almanya li Enqerê ban kir

Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê bi nîşana nerazîbûna li hemberî gotinên serokê Sazîya Istixbarata Almanyayê têkildarî derbeya serneketî li Tirkîyê û Gulen, kardarê Berlînê li Enqerê vexwend.

Li gorî rapora FARS NEWS`ê, Wezareta Karên Derve ya Tirkîyê duh danê êvarê bi bankirina kardarê ALmanyayê li Enqerê ragihand, bi sedan endamên Cemaeta Gulen li Almanyayê ne û bi serbestî kar dikin.

Brono Kahil serokê Servîsa Istixbarata Almanyayê vê dawîyê got ku ew li bara propaganda dewleta Tirkîyê ku dibêje Tevgera Gulen komeke tundrê û heta têrorîst e, şikber e.

Li gorî gotina Kahil, Tirkîye di astên curbicur da hewl dide her kesî qanih bike, lê serkevtî nebûye.