Sibat 27, 2017 17:19 Asia/Tehran
  • Berdevkê HDP`ê: Serdana Barzanî nîşaneya geşedanên baş e

Berdevkê Partîya Dêmokiratîk a Gelan (HDP) Osman Baydemîr serdana serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî wekî ‘nîşaneya geşedanên baş' şirove kir. Herwiha derbarê referandumê jî amaje kir ku wê ‘li dijî şêrr bêjin Na.'

Baydemîr di navenda partiya xwe de civîneke çapemeniyê li dar xist û derbarê serdana Barzanî ya Tirkiyê de axivî.

Baydemîr got: ‘Serdana Barzanî nîşaneya geşedanên baş e. Birêz Barzanî li bara helwesta HDPê xwedî agahî ye.

Di 28`emîn salvegera derbeya 28`ê Sibatê de Baydemîr bal kişand ser Merve Kavakçi ya parlementera Partiya Faziletê ya ji ber leçeka xwe ji parlementoyê hat avêtin û wiha pê de çû: ‘Mîna kesên ku derbeya 28`ê Sibatê pêk anîn, derbekarên ku parlementerên me girtin jî wê têk biçin. Wê demê parlementeriya Merve Kavakçi û niha jî ya Hevseroka partîya me Figen Yuksekdagê hate betalkirin. Ev kara bê hiquqî û derbe ye.'

Hêjayî gotinê ye ku îro şanda HDP`ê ku ji Ehmed Turk û Sirrî Sakik pêk dihat,  ligel barzanî civîya.

Ehmed Turk piştî vê hevdîtinê li koma rojnamevanan got, civîna me bi Barzanî re gelekî girîng bû.

Ehmed Turk her wiha got, me daxwaz ji Barzanî kir ku rola xwe di destpêkirina piroseya aştiyê de bilîze ji ber ku Barzanî aktorekî girîng e çi di nav kurdan de çi li Rojhilata Navînê. Em dixwazin şer nemîne û deriyê diyalogê vebe.

Turk anî zimên ku Barzanî ji wan re gotiye ku ji Erdoxên daxwaz kiriye hevserokê HDP`ê Selahedîn Demîrtaş û hevalên wî bên berdan.