Sibat 27, 2017 12:35 Asia/Tehran
  • Şirove - Destpêbûna propagandaya Giştpirsîna rêformên qabnûna bingehîn li Tirkiyê

Partiya serdest a Dad û Geşepêdana Tikriyê (AKP) propagandaya ji bo piştgiriya ji giştpirsîna rêformên qanûna bingehîn a Tirkiyê dest pê kiriye.

Bînalî Yildirim serokowezîrê Tirkiyê li koma hejmareke zêde ya alîgirên Partiya serdest a Dad û Geşepêdana Tikriyê (AKP) ji seranserî vî welatî li Enqerê, îdia kir: Qanûna bingehîn a teze dê rewşê rewşê ji bo kêmbûna desthilata xanxanî û rêvebirina baştir a welêt xweş bike.

Ji bilî Partiya Dad û Geşepêdana Tikriyê (AKP), Partiya Hereketa Neteweyî (MHP) ya Tirkiyê tevî hebûna li bereya dijberan, ji rêformên qanûna bingehîn a Tirkiyê piştgiriyê dike. Eva di rewşekê da ye tevî razîbûna serok û hejmarek ji berpirsên Partiya Hereketa Neteweyî (MHP) digel rêformên qanûna bingehîn a Tirkiyê, nûçeyên ku ji bajarên cûrbicûr ên Tirkiyê hatine wergirtin, nîşan didin ku hejmareke zêde ya alîgirên MHP`ê wê li dijî rêformên li gorî nêrîna Erdoxên li qanûna bingehîn a vî welatî bin.

Li aliyê hemberî da Partiya Komarxwaz  a Gel a Tirkiyê (CHP) ku partiya herî sereke ya dijberan li vî welatî ye, ji roja duşemiya bihurî va çalakiyên xwe li warê dijayetiya digel rêformên qanûna bingehîn li bajarên mezin ên vî welatî dest pê kiirne.

Dijber li ser vê bawerê ne ku Erdoxan wê Tirkiyê di rêka dîktatoriyê da bimeşîne. Riya ku di çend salên dawî da bi taybet di mehên dawî da ji aliyê serokomarê Tirkiyê va ji bo gelê vî welatî hatiye diyarkirin û meşandin.

Di rastiyê da siyasetên niha yên serokomarê Tirkiyê yanê girtina berfireh a dijberan û tirsandina wan û zindanîkirina rêberên dijber ji siyasetên navxweyî yên şexsê Erdoxên in. Xûya ye ku eger Erdoxan li Giştpirsîna 16`ê Nîsanê bi ser nekeve, em dikarin bêjin wê siyasetên Amerîka, hinek ji dewletên ewropî, Rêjîma dagirker a Siyonîst û hinek ji dewletên paşverû yên dorhêla Kendava Farsê bi taybet paşatiya Siûdî û Qeterê jî tûşî şikestê tên.

Di rastiyê da dewleta Enqerê bi serokatiya Erdoxên li bereya herî pêş a şerekî da ye ku bi sermiyan û xercê hinek ji dewletên ereb, plandarêştin û rawêjkariya welatên rojavayî û pevçûna çekdarên Tikrkiyê digel pergala desthilatdar li Sûriyê tê meşandin. Dewleta Enqerê rewşa serdest û pirranî ya Tirkiyê ber bi aliyekî va meşandiye ku li bereberê giştpirsînê, dilgiranî û tirs li rûyê gelê Tirkiyê tê xûyanê.

Di rastiyê da gelê Tirkiyê bûye du desteyên alîgir û dijberê siyasetên dewleta Enqerê û vê yekê gelê Tirkiyê gellek dilgiran kiriye. Wer xûya dike ku gelê Tirkiyê di rewşeke gellek ne-minasib da ye. Rêformên qanûna bingehîn a Tirkiyê dê bibe sedema guherîna pergala siyasî ya vî welatî û pêkhatina pergaleke serokatiyê bi reng û rûveka tam partîtî ku hemî desthilatdariya serokwezîr û dewletê dide serokomêr. Ev giştpirsîn - ku wê bide sedema guherîna madeya 18`ê ya qanûna bingehîn - biryar e ku roja 16`ê Nîsanê were lidarxistin.

Tevî dijayetiya du parityên sereke li parlimana Tirkiyê digel rêformên qanûna bingehîn, hinek ji partiyên din ku li derveyî parlimana vî welatî çalak in jî, dijayetiya xwe digel rêformên li gorî dilê Erdoxanê serokomarê Tirkiyê li qanûna bingehîn diyar kirine. Ji wan Mistefa Kamalak serokê berê yê Partiya Islamxwaz a Seadeta Tirkiyê ye ku ji hewildanên ji bo guehrtina pergala parlimaniya vî welatî bo pergala serokatiyê rexne kir. Wî li hevpeyivîneke têlêvîziyonî hişyarî da ku li pergala serokatiyê saziya dadweriyê ya Tirkiyê dê bêla û serbixwe nebe. Tevî hebûna nerazîtiyên gelanî û nerazîtiya partiyên dijber, diyar nîne ku serokomarê Tirkiyê bi kîjan piştevaniyê hêviya xwe li Giştpirsîna 16`ê Nîsanê girêdaye.