Sibat 27, 2017 12:08 Asia/Tehran
  • Civîna Barzanî bi şanda HDP`ê re xilas bû

Civîna Barzanî bi şanda HDP`ê re xilas bû. Ehmed Turk li ser civînê got, civîn gelekî girîng bû.

Serokê Herêma Kurdistana Iraqê Mesûd Barzanî îro li Enqerê bi şanda HDP`ê, ku ji Ehmed Turk û şaredarê bajarê Agiriyê Sirri Sakik pêk hatibû, hevdîtin kir.

Piştî hevdîtinê, Ehmed Turk daxuyanî da rojnamevanan û got, civîna me bi Barzanî re gelekî girîng bû.

Ehmed Turk her wiha got, me daxwaz ji Barzanî kir ku rola xwe di destpêkirina piroseya aştiyê de bilîze ji ber ku Barzanî aktorekî girîng e çi di nav kurdan de çi li Rojhilata Navînê. Em dixwazin şer nemîne û deriyê diyalogê vebe.

Turk anî zimên ku Barzanî ji wan re gotiye ku ji Erdoxên daxwaz kiriye hevserokê HDP`ê Selahedîn Demîrtaş û hevalên wî bên berdan.

Barzanî û Erdoxanê serokomarê Tirkiyê roja yekşemiyê roja yekşemiyê li Stenbûlê hevdu dîtin û bi hev ra axivîn.

Hêjayî gotinê ye ku dewleta Tirkiyê ji çend mehan berî viya va Fîgen Yûksekdax û Selahedîn Demîrtaş hevserokên Partya Dêmokratîk a Gelan a Tirkiyê bi îdiaya têkilî û piştgiriya ji PKK`ê girtine.