Sibat 26, 2017 21:02 Asia/Tehran
  • Wezîrê derve yê Almanyayê dewleta Tirkiyê rexne kir ji ber girtina rojnamevanan

Wezîrê karên derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel bi şermezarkirina berdewamiya girtina rojnamevanan li Tirkiyê xwest ku ev cure girtinan dawî lê were.

AFP ragihand ku wezîrê karên derve yê Almanyayê Sigmar Gabriel duh ragihand ku girtina siyasetmedar û çînûqatên curbicur ên civaka Tirkiyê ji wan girtina rojnamevanan bi tawanên nerast yên wekî têkiliya wan bi teroprîzmê re qet nayê pejirandin û van girtinan ti hegereke xwe ya beraqil tinen.

Wezîrê karên derve yê Almanyayê ev girtina rojnamevanên Tirkiyê neqanûnî dan zanîn û xwest ku ew bi lez werin berdan.

Sigmar Gabriel li vî halî de got ku Almanya derheq pirsgirêkên ji Tirkiyê re çê bûne agahdar e lê belê eva nayê vê wateyê ku rojnamevan, parlemanter û xebatkarên warên siyasî werin girtin û ji mafên xwe yên siyasî û azadiyê bê par bibin.

Piştî darbeya bê encam ya li dij dewleta Tirkiyê li tîrmeha 2016 bi sedan rojnamevan, nûçegihan, akadimîsiyen, polîs, dadwer û dozger û parlemanterên kurd ji ber ku dijberê hikûmeta AKP û Erdogan serokomarê Tirkiyê ne bi tometbariyên nedirust hatin girtin û ketin hewsê .