Sibat 26, 2017 19:39 Asia/Tehran
  • Pêşkêşkirina şanoya îranî ya Xewna Kaxezî li danzdemîn festîvala navnetewî ya Şanoya Zarok û Tezelawan a Tirkîyê

Şanoya îranî ya bi navê `` Xewna Kaxezî yê li 12`emîn mêhrigana navnetewî ya Şanoya Zarok û tezelawan a Tirkîyê li bajarê Eskîşehîr ê vî welatî were nîşandayînê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a IRNA`yê, şanoya Xewna Kaxezî berhema Riza Feqîhî ku berî vîya li festîvala navnetewî ya Şanoya Hemedanê hat pêşkêşkirinê, ji nav 12 berhemên îranî ku jibo festîval Eskîşehîra Tirkîyê hatibûn şandinê, jibo nîşandayînê hat bijartinê.

Naveroka şanoya Xewna Kaxezî, şirovekirina bandor û dûhatên giran ên şêrr li ser zarokan e.

Ev şanoya bi saya islayd, ronahî û sîberê tê pêşkêşkirinê û aktoran roleke berbiçav têda tinene.

Mêhrigana Eskîşehîra Tirkîyê yê 20-26`ê Nîsana 2017`ê ji alîyê şaredarîya Eskîşehîrê va bê lidarxistinê.

Hatîye ragihandin ku armanca lidarxistina vê mêhriganê, komkirina hunermendên seranserî dinyayê bi merema nîşandayîna berhemên wan jibo nîşandayîna hesta hevdilîyê di navbera zarokan, aştî û yekperçetîya li dinyayê ye.