Sibat 26, 2017 19:33 Asia/Tehran
  • Li Tirkîyê bi bilindkirina alaya Kurdistanê pêşwazîya Barzanî hat kirin

Jibo cara yekem dema pêşwazîya ji serokê herêma Kurdistana Iraqê li balafirgeha Ataturk a Stenbolê, alaya Kurdistanê li rex alaya Tirkîye û Irqê hat bilindkirinê.

Li gorî rapora ajansa nûçan a Farsê, televîzyona Rûdawê li Herêma Kurdistana Iraqê li bara serdana îro ya Mesûd Bazranî serokê Herêma Kurdistana Iraqê bo Tirkîyê ragihand ku dema pêşwazîya ji barzanî, alaya Kurdistanê li rex alayên Iraq û Tirkîyê li balafirgeha Ataturk a Istenbolê hat bilindkirinê.

Li gorî vê raporê, Mesûd barzanî yê ligel Receb Teyîb Erdogan serokomar û Binelî Yildirim serokwezîrê Tirkîyê li bara peywendîyên dualî, têkoşîna li hemberî têrorîsmê û alûgurên navçê gotûbêjê bike.

Bilindkirina alaya Kurdistanê li balafirgeha Ataturk a Istenbolê li halekî ye ku Barzanî roja înîyê idia kiribû ku meseleya serxwebûna Herêma Kurdistana Iraqê tu têkilîya xwe bi Îran û Tirkîyê re tineye.

Li gorî rapora malpera televîzyona Kurdistan 24`ê, Barzanî idia kiribû ku eva meselyeke navxweyî di navbera Hewlêr û Bexdayê da ye û tu têkilîya xwe bi Têhran û Enqerê re tineye û em hewcedarê îzna tu kesî nînin.