Sibat 16, 2017 12:34 Asia/Tehran
  • Sirî Sureya Onder: Dengê Na bo giştpirsînê wê dawî li serokwezîrtiya Yildirim jî bîne

Endamê nasyar ê Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) ya Tirkiyê got: Dengê Na yê gel bo giştpirsîna 16`ê Nîsanê (2017), wê dengê Na bo serokwezîrtiya Bînalî Yildirim jî be.

Li gorî rapora Kurd Press`ê ji zarê rojnameya T24`a Tirkiyê Sirî Sureya Onder, nûnerê Enqerê li parlimana Tikriyê ji Partiya Dêmokratîk a Gelan (HDP) tevî rexneya ji Bînalî Yildirim serokwezîrê Tirkiyê, got: ``Serokwezîrê Tirkiyê li hinek mîtîngan qala dengê ji sedî 100 ê gel bo referandomê dike. Berî te Ehmed Dawûdoxlû jî li wê postê bû. Ji bîr neke ku eger xelk li giştpirsîna 16`ê Nîsanê dengê Na bide wê, eva bi wateya dengê Na bo serokwezîrtiya te ye jî``.

Wî her wiha got: ``Kesên ku îdiayê dikin ku rizq û rozî dane kurdan, heman kes in ku ji bo şaredariyên deverên kurdnişîn sergêr diyar kirine. Yekem karê ku kirin, deriyên şaredariyên me li ser gel girtin. Li tu yek ji şaredariyên me li ber deriyê odeya hevserokên me muhafîz tinebûn. Ti berbendek li şaredariyan tinebû; Lê niha li wir numad û sembolek ji Çanak Qeleyê çêkirine û bi erebeyên zirxî sergêran diparêzin``.

Onder bal kişandes er meseleya Evdillah Ocalan û got: ``Bulent Êcêvît serokwezîrê wê demê yê Tirkiyê ku di serdema serokwezîrtiya wî da Evdillah Ocalan hatibû girtin, gotineke balkêş anî zimên. Wî gotibû ku `Me hîn fêm nekiriye çima Evdillah Ocalan radestî me kirin`. Li vê gotinê komploya navneteweyî û berûlayên cîhanî yên vê mijarê veşartî ne``.