Çile 21, 2017 11:50 Asia/Tehran
  • Kiliçdaroglu:

Serokê Giştî yê Partiya Komarxwaz a Gel (CHP) Kemal Kiliçdaroglu piştî qebûlbûna guherîna Destûra Bingehîn, ragihand ku parlemanê bi dewirkirina erka xwe xiyanet li dîroka xwe kir.

Jêderên nûçeyan li Tirkiyê ragihandin: Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu piştî qebûlbûna guherîna Destûra Bingehîn li parlemanê grûba xwe civand û got: "Tirkiye nikare guherîna ve rejime ragire. Em ê bi hemû parlamenterên xwe re kolan bi kolan bigerin û şaşiyên vê guherîna Destûra Bingehîn bibêjin. Ev partiya ku 15 salan desthilat e we kîjan qanûn xwest û dernexist. Li parlemanê ev şaşî hat kirin, lê gelê me dê vê şaşiyê rast bike.

Kiliçdaroglu di berdewamiya axaftina xwe de bangî parlamenteran kir û got: "Ez dizanim hûn gelekî di nava şertên giran de xebitîn û pir westiyan. Me hemûyan bi hev re bi seetan liberxwe da û tekoşîna xwe meşand. Ev tekoşîna me wê têkeve dîroka demokrasiya me. Ev tekoşîn ji bo CHPê pîroz e."

Hêjayî gotinê ye hikûmeta AKP bi alîkariya partiya nijadperest a MHP û ser fermana. serokomar Erdogan parlemanter û hevserokên HDP xistin hewsê da ku bi astengiyeke kêmtir qanûna ku ew dixwazin li parlemanê de bidin qebûlandinê.