Çile 21, 2017 10:23 Asia/Tehran
  • Terorîstan riya hesin a Idlibê dizîn û firotine Tirkiyê

Terorîstan pişkek ji xeta riya hesin a Idlibê li bakûra rojavaya Sûriyê dizîn û firotine Tirkiyê.

Li gor rapora ajansa nûçan a Sputnîkê , Grûpên terorîstî pişkek ji xeta riya hesin a Idlibê li bakûra rojavaya Sûriyê dizîn û hesinên wê firotin Tirkiyê.

Helbet pêştir jî hatibûye ragihandin ku grûpên terorîstî hinek ji riya hesine nav Idlibê firotine Tirkiyê.

Grûpên terorîstî pêştir jî hêzgeha elektirîka Zîzon li navça Cesreşiqûrê li parêzgeha Idliba Sûriyê şewitandibûn û amirên vê hêzgehê dizîbûn û helbet hema hîn jî ev terorîstane dewamê didin dizîna sirweta netewî ya gelê Sûriyê.

Herwisa grûpên terorîstî bi erebên mezin , riya hesin a Mehimbel û hêzgeha Bişmarûnê li parêzgeha Idlibê vekiribûn û hesinên vê riya hesin biribûne nav axa Tirkiyê û li bazarên vî welatî firêtibûn.

Bingehên xwecî li parêzgeha Idlibê ragihandin ku komîta xenîmetên ser bi terorîstên Cêyşul-Feth bilî diziya riya hesin li vê parêzgehê , mal û daratiya xelkê li bajarên curbicure vê parêzgehê jî didizin û dibene Tirkiyê difroşin.

Rojnama Teşrîn çapa Sûriyê jî nivîsî xelkê Sûriyê ji vê kiryara terorîstan ku riya hesin a parêzgeha Idlibê didizin û dibene nav Tirkiyê û difroşin bi şîdet mehkûm kirine û li torên civakî hêrsbûna xwe li vê barê dane diyarkirin.